ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- CPT li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekarî bi erk û berpirsyariya xwe rabe. CPT hin caran çû serdana Îmraliyê û bêhiqûqî tespît kir, lê jê re nebû bersiv.

- Parêer Mazlûm Dînç ku 7 sal in nikare muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

- Parlamenter Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da ku saziyên Kurdan krîmînalîze dike û got, "Li gorî rapora dawî, hejmara endamên PKK'ê yên li Elmanyayê li gorî salek beriya niha zêde bû. Ev jî nîşan dide ku qedexe bi kêr nayê."