ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Îro salvegera 45'an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye. Bi wesîleya rojê wê li Kurdistanê û cîhanê çalakiyên pîrozbahiyê bêne lidarxistin.

- Ji fermandarên QSD'ê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku PKK'ê xwe gihand bi milyonan mirovî, bi deh hezaran şervanên xwe hene, li her devera cîhanê mirov rakir ser piyan û got, "Ruh û hêza PKK'ê bindestan hemûyan digihîne hev."

- Endama Meclîsa PYD'ê Sara Qawas anî ziman ku li Rojava têkoşîna PKK'ê diyarker e û got, "Ev şoreş dewama ruhê Apoyî û felsefeya Rêber Apo ye."

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Kadîr Karabak ku nêzî 7 sal in girtî ye, cara çaran berdana wî hate taloqkirin. Yek ji hincetên taloqkirinê jî ew e ku kincê paqij li xwe kiriye û kêm pirtûk xwendiye.

- Parlamentera Mûşê ya HEDEP'ê Sumeyye Boz got, hukmê 'li gorî rewşa herêma pêwendîdar wê biryar bê dayin' a têkildarî diyarkirina temen ku di guhertina Fonê Ciwan û Malbatê de hate kirin, wê pêşî li zewicandina zarokan veke.