ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsayê dewam dikin. Şêniyên Eyn Îsayê dibêjin "Em ê dest ji xaka xw ebernedin" û nerazîbûnê nîşanî dewletên Tirk û Rûsyayê û rejîmê didin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku Tirkiye li pey şer e û dixwaze PDK'ê jî weke hêzeke kontra bi kar bîne. Mûnzûr hişyarî da ku rewşeke bi vî rengî wê dawî li PDK'ê bîne.

Parêzer Emran Emekçî bal kişand ser sala 2024'an ku 25 salên dîlgirtî yên Ocalan diqede û destnîşan kir ku rojev ne tenê rakirina tecrîdê, her wiha divê azadiya Ocalan be.

Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Kar û Aboriyê, Çîn wê di sala 2028'an de bibe hêza herî mezin a aboriyê ya cîhanê û ji DYE'yê bibihure.

Rêveberê Komeleya DFG’ê Zeynel Bulut anî ziman ku ji ber çapemeniya azad rûyê rasteqîn ê dewletê teşhîr dike, dibe hedefa desthilatdariyê û got: "Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji rastiyan ditirse û dixwaze rastiyan di tarîtiyê de veşêre."

Sala 2020'î her çend bi vîrûsa koronayê û bûyerên têkildarî wê ve bê bîranîn jî di mijara mafên jinan û wekheviya zayendan de hin gavên erênî hatin avêtin.