ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Bayik: Bi operasyona MÎT'ê re derket holê ku her kesên dibêjin 'Me PKK qedand, em diqedînin' di kîjan rewşê de ye.
- Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît bal kişand ser acîliyeta xeta têkoşînê û got, "Weke hêzên demokrasiyê divê em bi lezgînî li hev bicivin û plansaziyeke çalakiyan bi lez û bez diyar bikin."
- Li qadên gerîla, 32 şervanên jin ên ciwan ji dewreya perwerdeyê ya Şehîd Têkoşîn Baran mezûn bûn.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku mêtingeriya Tirk li pêşberî asta gelê Kurd û Tevgera Azadiyê mirina xwe dît û ji ber vê yekê bi rengekî topyekûn dest bi êrîşê kir.
- Kekê Andok Cîhan Roboskî, Cîhan di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da. Andok piştî 3 salan tevlî nava refên gerîla bû û destnîşan dike ku armanca komkujiyê Kurd hemû bû.