ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Gulana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Gulana 2020'an.
Ok destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê Kurd divê bibin yek û got, "Rewşa li Zînî Wertê divê bi rengekî erênî bê çareserkirin. Nabe ku em bi çarenûsa gelê xwe bilîzin. Eger hêzên pêşmerge xwe vekişînin cihê xwe yê berê wê pirsgirêk çareser bibe."
Ji ber bahoza ku sê roj in li Wanê rabûye, li navçeyên Qelqelî, Ebex, Saray û Elbakê xisareke mezin li malan bû, 10 heywan jî telef bûn.
Yek ji fermandarên biryargeha navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got, Pêngava 1'ê Hezîranê piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve yek ji pêngavên herî girîng e.
Li Fransayê, ku sektora wesayitan di nava krîzeke mezin de ye, hikumet ji bo firotina wesayitên bi kêrî xwezayê tên zêde bike, plan dike ku alîkariyeke mezin a pereyan bike.
Neteweyên Yekbûyî bi zimanekî tund bikaranîna mayinên antî personel di şerê navxweyî yê Lîbyayê de rexne kir û fikarên xwe yên ji ber êrişên li dijî sivîlan parve kir.
Tê payin ku krîza Covîd-19 herî zêde bandorê li hin welatên li Herêma Euro bike û hişyarî hate dayin ku gelek welat dibe ku bikevin rewşeke welê ku nikaribin deynê xwe bidin.