ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Kedkarê çapemeniya azad rojnamevan-nivîskar Seyîd Evran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, wê li Qamişloyê bi merasîmekê bê veşartin.
- Di demekê de ku gelên Tirkiye û Kurdistanê li hemberî pirsgirêkên aboriyê li ber xwe didin, li Wanê şaredariya qeyûm tenê di 9 mehên sala 2023'an de 70 hezar kesên AKP û MHP'yî bir ger û geştê.
- Festîvala FîlAmed a 8'emîn destpê dike.
- Hikumeta Elman ragihand ku wê kontrolên li ser sînorê Polonya û Çekyayê zêde bike.
- Serokê Fona Pêşketina Çandinî ya Navneteweyî Alvaro Larîo ragihand ku di sala 2030'î de 575 milyon mirov wê di nava xizaniyeke giran de bin û 600 milyon mirov jî wê birçî bin.