ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê wê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên pîrozbahiyê bêne lidarxistin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- KJK'ê got, "Bi destpêka sala 46'an a PKK'ê re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji bo şikandina êrîşên qirkirinê û avakirina Kurdistana Azad, li Kurdistana azad afirandina jiyaneke azad û jin a azad, em ji her demê bêhtir bi biryar in."

- Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate avakirin îro gihîştiye bi milyonan mirovî.

- Arîf Şêxo yê ji Efrînê: Rêber Apo tevgereke welê ava kir ku bû hêvî ji gelên bindest re.
- Efrinli Arif Şêxo: “Önder Apo, ezilen tüm halklara umut olacak bir hareket kurdu. Li Kurdistanê tenê zilm, birçîbûn, girtîgeh û mirin hebû. Tevî van hemûyan jî Rêber Apo bi hevrêyên xwe re gavên mezin avêt.