ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2020'an.

Komkujiya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kir wê li Ewropayê bi çalakiyan bê şermezarkirin.

Endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata li ber girtina endamên komeleyê rabû û got, "Ji ber ku em mafê xwe yê rêxistinbûnê bi kar tînin, tên darizandin."

Wezîrê Dewletê yê Elmanyayê yê ji Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth diyar kir ku ji ber binpêkirin û kiryarên Tirkiyeyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ew bi fikar in, lê belê negot ku li dijî vê yekê çi dikin.


Bi dehan kesayetên naskirî destnîşan kirin ku enerjiya paşerojê ya Efrîkayê wê kesk be û ji her derê jî erzantir be.

Li gorî Washîngtonê, di nava krîza tenduristiyê ya global de ku mehên dawî giran bû, bazirganiya mirovan zêde bûye.

Di demsala mûsonê de ya li Hindistanê, tenê doh ji ber birûskê herî kêm 107 kesî jiyana xwe ji dest dan.