ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2020'an.

Hin çeteyên DAÎŞ'ê, ku piştî rizgariya Girê Spî û Reqayê reviyan Tirkiyeyê, piştre bi navê 'SMO' tevlî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûn. Hinekan ji wan bi rêya TRT'ê gef li Kurdan xwarin.

Sabrî Kaya ku yek ji girtiyên nexweş e, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'emîn a Osmaniyeyê krîza dil derbas kir û ew rakirin servîsa lezgîn.

Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif diyar kir, di demekê de ku dinya hemû li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe dewleta Tirk êrişî Rojava û Şehbayê dike û destnîşan kir ku ji bo parastina gelê Rojava wan derfetên xwe hemû seferber kirine.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Kurdistanê dest bi operasyonên nû yê leşkerî kir, dest danî ser şaredariyên HDP'î û çalakiyan qedexe dike.

Muzîkolog Veysî Varli got, "Ji gelekan heye ku muzîka Kurd çêdikin, lê belê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Ji ber ku muzîka Kurdî xwedî meqamekê ye."

Ji ber pandemiya vîrûsa koronayê gelek welatan leşkerên xwe yên li Iraqê vekişandin. Herî dawî artêşa Fransayê biryar da ku yekîneyên xwe vekişîne.