ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Esasê têkoşîna me ya vê pêvajoyê divê Rêber Apo be. Ji bo vê jî ji me bê divê em bikin. Lê divê em zanibin, tişta ku em dikin ji bo xwe ye."
- Siyasetmedarê Kurd Şerîf Dûrmaz diyar kir ku AKP bi tirs û dijminatiyê tecrîda li Îmraliyê giran dike û got, "AKP bi rêya tecrîdê dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne."
- Xebatkarên Ozgur TV ên li Rojava rojnamevan Seyîd Evran bi bîr anîn û gotinü ew ê daneheviya wî ya 30 salan bikin hêza çapemeniya azad û sosyalîst û bigihîne bindestan hemûyan.
- Şeş ciwanên ji Portekîzê diyar kirin ku polîtîkayên xemsar ên li hemberî germahiyê dibin sedema binpêkirina mafên mirovan, lewma jî doz li hikumetên 32 welatan vekirin.