ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.
- AKP, dewlemendiya binerdê ya bajarên Kurdistanê talan dike. Li Kurdistanê ku ji aliyê çavkaniyên binerdê ve dewlemend e, dewletê karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir.
- Berdevkê TUAY-DER'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên li ser girtîgehan girantir bûye û got, "Ji sala 2015'an û vir ve nêzî 100 hezar kes hatine girtin. Yên bi şert hatine berdan û yên li karên cemaweriyê tên xebitandin jî di nav de niha 700 hezar girtî hene."
- Nûman Bagci ku di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, bi afirandina nirxên mezin bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya xwe.