ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bawer Dersim bang li PDK'ê kir ku "helwesteke rast" nîşan bide û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike. Dersim got, "Bila kes hesabekî şaş neke."
Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan diyar kir ku di nava 4 salên dawî de 20 hezar HDP'î hatine destgîrkirin, ji wan 10 hezar kes hatine girtin.
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven bal kişand ser dorpêça hêzên dewletê ya li ser bajêr û diyar kir ku bi rêya vê terorê hewl didin şêniyên bajêr bitepisînin.
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê êrişkarên bi motorsîklet, parêzvaneke mafên jinan û birayê wê kuştin.
Piştî peymana bazirganiyê ya navbera Yekîtiya Ewropayê û Qraliyeta Yekbûyî, nêrîna li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Skoçyayê û cihgirtina wê ya li nava Yekîtiya Ewropayê, xurt dibe.