ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Karayilan: Sala 2017'an rastiya xeta me îspat bû. Pêşî li êrîşên dijmin hate girtin. Dora pêngavê hatiye hêzên şoreşger. Em ê hê bêhtir encamê bigirin.
- Nûnerên saziyên Kurdan ên beşdarî Komxebata Kurdan a Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK û Komîteya KNK'ê ya Rûsyayê bûn, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.
- Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û ji Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî qala polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê, şîdeta mêr a li dijî jinê û têkoşîna jinan kirin.
- Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê, serdana malbatên piştî êrîşa 16'ê Cotmehê ji Xurmatû koçî Kerkûkê kirin, kir. Rêxistinê alîkarî bi malbatên koçber kir.
- Hin kesên ku tê gotin bi Rêxistina AKP'ê ya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm lê bi cih bûye dixebitin, bi navê 'anketê' li nava malan digerin û mirovan deq dikin.