ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Hezîrana 2020'an.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî zêdebûna tundiya li jinê ya di dema vîrûsa koronayê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrişên baviksalar ên di asta qirkirinê de zêde bûn, lêgerîn û îdîaya jinan a ji bo azadiyê kêm nekirin û hate gotin, her qada jiyanê divê veguhere qada têkoşîna li dijî sîstem û zîhniyeta baviksalar.

KBDH'ê êrişa pêr bi şev a dewleta Tirk a li gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û diyar kir ku faşîzm careke din êrişê dibe ser jinên ku şoreş kirine.

Qeyûmên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê yên HDP'î hatine tayînkirin, li herêma ku Gola Wanê û Keleha Wanê digihêjin hev, beton li peravê ji 3 kîlometreyî dirijîne.

Koreya Bakur ku çalakiyên xwe yên leşkerî yên li dijî Koreya Başûr betal kir, ragihand ku wê bi balonên çopê bersivê bide balonên propagandayê yên Koreya Başûr.