ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Beriya 9’ê Cotmehê hemû zext xistibûn dewrê. Tevî gefên Tirkan, NATO’yê jî hêzeke leşkerî amade kiribû û tatbîkat dikir. Misir û Îranê li ser Sûriyeyê zext dikir, Sûriye li rêyekê digeriya. Ocalan hewl da ji rêya ji sedî 1 îxtîmala wê heye, karibe derkeve.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' gelekî girîng e û got, "Divê gelê me bi ruhê Cenga Heftanînê tevlî vê pêngavê bibe."

Siyaseta krîmînalîzekirinê ya ku dewleta Elman li ser Kurdan dimeşîne, roja Yekşemê wê li bajarê Hannoverê bi konferansekê bê nirxandin.

Li dijî pêkanîna çekan a ku bi zexta DYE'yê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li ser Îranê hate ferzkirin, Rûsyayê helwesteke zelal nîşan da û diyar kir ku hevkariya wan a leşkerî ya bi rêveberiya Tehranê re wê zêde bibe.

Li Sûdanê ku welatekî li rojhilatê Efrîkayê ye, hefteyeke lehî radibe. Heta niha 124 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 800 hezar kes jî ketine bin bandora lehiyê.