ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Artêşa Tirk roja 14'ê Kanûna 2017'an li dijî Bradost û Xakurkê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir û li herêmek berfireh bi cih bû. Artêşa Tirk ku bi hevkariya PDK'ê amadekariyê ji êrîşa 30. a 'li derveyî sînor' re dike, dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike.

- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Nobeda Azadiyê', 4 kesên ji Danîmarkayê ne.

- Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistan bexçeyê gelan bûn, lê ew kirina mezbaxaneya gelan. Lozan bû gava destpêkê ya vê yekê. Ji bo guhertina vê rewşê, pêwîstî bi guhertina Lozanê heye.

- Parêzer Several Ballikaya, serdema 2017-2018'an a Edlî nirxand û got, "Me saleke ku zext û zordarî lê giran bû li pey xwe hişt."