ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Ji Hewldana Derûnnasên Mezopotamyayê Psîkolog Fahriye Cengîz destnîşan kir ku şerekî navxweyî diqewime û nîvê civakê mexdûrê şer e.

- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, "Li şaredariyên ku qeyûm lê hatin tayinkirin, destpêkê êrîş li hevserokên jin, piştre jî li hemû saziyên jinan hate kirin. Ji ber ku jin bi rêya wan saziyan hişyar dibûn, zane dibûn û hesab dipirsîn. Ji bo pêşî li vê bigire, qeyûmên AKP'ê destpêkê êrîşî jinan kirin."

- Ji bo siyasetmedarên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wê 6'ê Çileya 2018'an meşek bê lidarxistin.

- Ava Çemê Dîcleyê ji ber polîtîka û kiryarên desthilatdariya AKP'ê daketiya asta herî nizm a sih salên dawî. Welê lê hatiye ku li qadeke ji 60 kîlometreyî weke 'bê nav', 'bê pênase' ya jî 'rûbar' li qeydên fermî cih digire.