ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Erişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê 10 şoreşgerên di komkujiya dewleta Tirk a li Girtîgeha Amedê de ya sala 1996'an hatin qetilkirin û 2 şoreşgerên ji bo şermezarkirina komkujiyê bedena xwe dan ber agir, bi bîr anî.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrîşên artêşa Tirk bênavber li ber xwe didin, bi çalakiyan dijminê dagirker gêj dikin.
- Aktîvîsta TJA'yê ya ji Rihayê Fatîme Sîlgîr bang li jinan hemûyan kir ku tevlî kampanya wan a ji bo 6 mehan bibin ku bi dirûşma 'Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve' dane destpêkirin.
- Kurdistaniyên li Berlînê nerazîbû nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin, "Divê gavên hîn mezin bêne avêtin. Li dijî vî dijminî êdî gotin qediya ye, dem dema çalakiyê ye."
- Zîlan Efrîn ku di nava têkoşînê de li ser xeta jinê ya azad meşiya, bi kesayetiya xwe ya kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, li her qadê bû fermandareke mînak.