ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Akademiya Modernîteya Demokratîk, wê bi serenavê “Hunera Azadiyê – Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîv” meha Mijdarê li Baselê konferansekê li dar bixe.

- Parlamenterê berê yê HDP’ê Kemal Bulbul anî ziman ku polîtîkaya tirsandinê ya AKP’ê bi awayekî li metropolên din cihê xwe girt, lê li Antalyayê bi kêr nehat û got: “Tişta ku tê kirin beriya hilbijartinê tirsandina civakê ye.”

- Mamoste Fewzî ku navekê sembol ê qada têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê bû, ji bo wêjeya Kurdî bi civakê bide hezkirin û Kurdî bibe zimanê jiyana rojane û nivîsê, bi awayekê bi pîr û pergal gelek ked da.

- Hevserokên SDGF’ê ku piştî 6 mehan ji girtîgehê hatin berdan, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan û êşkence bi taybet li girtiyên şoreşger tê kirin û got ku wê binpêkirinên mafan bikin mijara têkoşîna xwe.