ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Armanca me ji vê nivîsê ne ew e ku em pêşdîtinên Ocalan bînin bîra xwe. Pêwîstî bi wê heye ku rastiya şer a bi 24'ê Tîrmeha 2015'an re kûr bû, ji çavên wî bê dîtin û xwendin.

- Ji bo ku Erdogan karibe seroktiya xwe fermî bike, 24’ê Tîrmeha 2015’an şer dabû destpêkirin. Ev şer bi hemû aliyan ve didome.

- Tê gotin ku ji lîderên çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî" Mehmet Bagci ku li Stûttgartê girtî ye, wê hefteya bê were berdan.

- Nivîskarê Ferhenga Zanistên Civakî ya Kurdî Prof. Dr. Abdullah Kiran got, "Ferhenga bi Kurdî heye, em çima peyvên bi Tirkî ya jî zimanekî din bi kar bînin? Çima em Kurdî jî weke Tirkî ya jî zimanên din bi rengekî rast bi kar nînin?"

- Çayan Koçgirî ku di dema leşkeriya dewleta Tirk de ji ber zextên nîjadperestiyê tevlî nava PKK'ê bû, bang li ciwanan kir ku bes xulamtiyê ji sîstemê re bikin.