ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, paketên çareseriyê yên kapîtalîzmê li pêşberî koronayê îflas kirine û destnîşan kir, sîstemên dewletperest ên ku dibin sedema tengavî û kaosê ketine ber lêpirsînê.
Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir, kirêtiya sîstema modernîst a kapîtalîst şênber bûne û got, "Ji bo avakirina civaka demokratîk dem dema pêngavê ye. Eger em vê bikin wê şewb li sîstemê vegere."
Hevşaredara Şarayê Caziye Dûman bi rêjeya 70 ji sedî hate hilbijarti, lê belê şaredarî ji aliyê desthilatdariyê ve hate desteserkirin. Dûman diyar kir, desthilatdariya ku bi operasyonên leşkerî nikare encamê bigire, bi rêbazên cuda êrişê dibe ser îradeya gel.
Çapemeniya Kurd ku li sirgûnê dest pê kir, li gel zext, girtin û astengiyan 122 sal li pey xwe hişt. Rojnameya Kurdistanê yekemcar di 22'ê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê hate weşandin, lewma ev roj weke Roja Rojnamevaniya Kurd tê pîrozkirin.
Rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kirin û diyar kirin, li gel neheqiyan jî wê têkoşîna xwe bidomînin.
Li welatên Latîn Amerîkayê ku şewba Covîd-19 lê belav dibe, tê texmînkirin ku asta krîza aboriyê wê di asteke dîrokî de giran be.