ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.

- Bûyerên li Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

- Şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a sala 2014'an di berxwedana Kobanê de şehîd ket jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YPG/YPJ'ê ji gorê hatin derxistin û birin cihekî nediyar e. Bav Lezgîn Bîngol got, cenaze bi fermana dozgeriyê ji gorê hatine derxistin û birine cihekî nediyar.

- Dayika Murvet Demîr diyar ku piştî 4 zarokên wê tevlî nava refên PKK’ê bûn û du zarokên wê şehîd ketine, dest bi nivîsandin û xwendina Kurdî kiriye. Dayik Demîr got, li ser her çar zarokên xwe yên gerîla stran çêkiriye.

- Parêzer Zulehya Gulum diyar kir ku desthilatdarî bi taybetî êrîşî destketiyên jinan dike û got, "Em di pêvajoyeke welê de ne ku jin li nava malê tên mehkûmkirin û li dijî jinan guhertinên qanûnî tên kirin."

- Kenê wî yê pak ê ji xemgîniyê daweribî... Welê sade ye... Nûçeyan dinivîsîne... Gelekî bi kelecan e... Enerjiya wî gelekî pozîtîf e... Mîna hechecokê bi endîşe ye... Bi lez û bez e... Mîna ku di emrê penpenîkê de dijî... Û haya xwe jî ji vê heye... Ne bi kêliyê re, mîna ku bi salîseyê re di nava pêşbirkê de ye...

- Li gorî lêkolîneke ku li kovara Scîence hate weşandin, eger germbûna global dwam bike wê her sal 660 hezar penaberên din berê xwe bidin parzemîna Ewropayê. Hat destnîşankirin ku germbûna global wê rê li ber şer veke.