ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehme diyar kir ku dewleta Tirk êrişan ne tenê bi hevkariya DAÎŞ'ê dike û got, "Tifaq û hevalbendên wan ên li herêmê jî di nava vî karî de ne. Di serî de jî rêveberiya Şamê."

- Ji rûspiyên eşîra El Walîda Hemîd El Ferec li ser êrişa dawî ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê ya Hesekê ji ANF'ê re axivî. El Ferec destnîşan kir ku eşîrên Ereb û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû bi QSD'ê re ne û got, li dijî destwerdanên derve yên ji bo tevlîhevkirina ewlehiya herêmê mil bi mil piştgiriya hêzên QSD'ê dikin.

- Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê bal kişand ser şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û got, "Hêzên navneteweyî divê tavilê çareseriyê ji pirsgirêka DAÎŞ'ê re peyda bikin. Divê xwe ji nêzîkatiyên demkî vegirin û DAÎŞ'iyên her welatî radestî wan bêne kirin."

- Di ser desteserkirina Şaredariya Geverê re 2 sal derbas bûn. Di nava van 2 salan de 3 qeyûman şaredarî talan kirin û bi 1 milyar û 87 milyon TL'î deyndar kirin.