ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 21'Ê TÎRMEHÊ

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Çalakiyên ji bo protestokirina desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê wê bên şopandin.

- Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye û got, “Heta ku ev şert û mercên tecrîdê ji holê nerabin wê hawirdora şer û kaosê roj bi roj dijwartir bibe.”

-Şerên li Rojhilata Navîn bandorên neyînî li ser jinan dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji krîz û kaosa şer derketiye, di bin koçberiyê de ne û li aliyekî li benda roja vegerê ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.

-Şervana ji Girê Cûdî hatî dibêje, “Ez bi hevalên xwe re dijîm. Ji ber ku dijmin madeyên kîmyewî bikar anî hevalên min porê xwe birîn. Porê min zêde ne dirêj bû, ji bo piştgiriyê min jî birî. Ev navenda rastiyan e."

-Hevberdevka Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê Ezîma Avyanî û çalakvanê Çalakiya Nobetê Sedîq Heştanî diyar kirin ku wê heta Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha gotin: “Gelê wargehê bi keyfxweşî û kelecanek mezin ev çalakî pêşwazî kirin û beşdarbûna xwe jêre çêkirin. Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî, girêdana xwe bi tecrîdê re heye.”

-“Di dawiya de xiyaneta xayînan vedigere ser xwediyên xwe. Dijmin dijmin e. Bêrehm û bêwîcdan e. Lê eger kesekî berpirsiyar nêz bibe ji bo parastina axa xwe pêşiya wê negirin, nebin asteng, keviran neavêjin.” (TÊKOŞÎN AXÎN – BEHDÎNAN)