ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tîrmeha 2020'an.

Nobedarên vê hefteyê malbatên şehîdan e. Çalakgeran bang li saziyên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîdkirina Ocalan bi rola xwe rabin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çelik êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê nirxand û got, "Dewleta Tirk bêyî teknîkê nikare gavekê jî biavêje."

Leheng niha li hembêza çiyê radizê. Navê wî Goran e. Goran ê ku bi lehengî şer kir. Goran herî dawî wiha gotibû, "Wateya hezkirin, azadî û Kurdîtiyê sedema bingehîn a tevlîbûna min li nava refên PKK'ê ye."

Dayikek ku li gundê Evlehe dimîne û mala wê hate bombekirin, bi vê gotinê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da: "Dewleta Tirk bi salan e vê derê bombe dike, ev der xaka me ye. Ne em, lê ew wê ji vê xakê biçin."

Alîgirên DAÎŞ'ê ji bo çeteyên xwe yên di destê YPG/QSD'ê de ne rizgar bikin, bi navê "Eve's Help Club" li Awûstûryayê saziyeke alîkariyê ava kirine.

Rêxistinên ciwanên Kurd ên li Ewropayê TCŞ û TÊKO-JIN bi şiyara "Bi hev re serhildan" dest bi pêngaveke nû kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Elman ku naxwaze pratîka nijadperestî û cihêkariyê ya polîsan bê lêkolîn, li şûna vê yekê xwest ku 'tundiya li polîsan' bê lêkolîn.