ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.
Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê ERC'ê Adria Guevara got, "Desthilatdariya nû ya Şamê ji bo paşerojê ne cihê baweriyê ye; Rojava jî modeleke welê ye ku divê bê parastin. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li ser vê modelê gefek e."
Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê bê şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulîz Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê di bin komkujiyên jinan de polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê hene.
Lehengên weke Gabar Botan, Xebat Tîrêj, Şervan Gerîlla, Çiyager Dîcle, Erdal Reşo û Mûnzûr Serhed 3 salan duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber devê tunelan bêbandor kirin û pirtûkeke nû li dîroka berxwedanê ya Kurdan zêde kirin.
Êlîn Osman beşdarvana herî biçûk a Mihrîcana Huner û Wêjeya Jin, dibêje ku ew ê bi hev re karek baş ji civakê re pêşkêş bikin û got: “Ez dixwazim di hunera xwe de bibim pispor.”
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmet anî ziman ku li Girava Îmraliyê maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin û bang li CPT’yê û hemû saziyên mafên mirovan ên nafneteweyî kir ku bi rola xwe rabin.