ROJEVA 21'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Mijdara 2018'an.

- Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Riza Turmen got, Tirkiye neçar e biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş bi cih bîne.

- Jin xwe amade dikin ku 25'ê Mijdarê dakevin qadan. Jin dibêjin, "Em her rojê têdikoşin, ne tenê rojekê. Em naxwazin, em têdikoşin."

- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, hêzên Siûdî bi elektroşok û gelek rêbazên din êşkence li aktîvîstên femînîst kirine ku meha Gulanê hatin girtin.

- Li Îranê, jineke zewicî dema bixwaze derkeve ger û geştê neçar dimîne ji hevserê xwe destûrê bigire. Jinên ne zewicî û yên kêmî 20 salî jî neçar in destûrê ji bavê xwe bigirin.

- Li Erdîşê tevî ku febrîqeya şekir heye, çandina silkê ku ji bo bi hezaran însanî çavkaniya debarê ye, ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê nema tê kirin.

- Li gorî lêkolînekê ya li kovara Natûre Clîmate Change hate weşandin, bi germahiya global re wê li gelek herêmên cîhanê gelek felaketên xwezayî bi hev re rû bidin.