ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.
- Bûyerên li Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.
- Sala 2016'an hejmara jinên ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 328 bû. Ev hejmar sala 2017'an gihîşt 300'î. Piraniya jinên ji aliyê mêran ve hatin kuştin, di nava parastina dewletê de bûn. Ev hejmar di 2 salên Rewşa Awarte de zêde bû.
- Katalonya, ji bo hilbijartina parlamenta herêmî ku Spanyayê bi zorê li ser ferz kir, îro diçe ser sindoqan. Tê payin ku partiyên alîgirê serxwebûnê dîsa bi ser bikevin.
- Di bîlboardên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, Xiristiyan yekser weke hedef hatin nîşandan.
- Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, bi dehan parsel erdê li du taxên li navenda Rihayê pêşkêşî firotinê kir. Îhaleya van erasên ku buhayê wê 100 milyon TL ye, wê di 21 û 28'ê Kanûnê de were kirin.