ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê têne lidarxistin wê bêne şopandin.

Sabrî Ok anî ziman ku divê rojeva bingehîn a gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û got, "Paşeroja Tirkiyeyê, demokratîkbûn û azadiya gelê Kurdê ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."

Gerîlaya YJA Starê Jînda Amara got, "Hevrê Zîlan di dema pêwîst de gava pêwîst avêt û berpirsyariya dîrokî bi cih anî. Îro bi hezaran hevrêyên me hene ku li ser xeta Zîlan dimeşin."

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ew karên ji bo hilbijartinên şaredariyan dewam dikin û ragihand, Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve êriş dike û her carê jî bahaneyeke nû hildiberîne.

Ji MED-DER'ê Ramazan Holat diyar kir ku li Kurdistanê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin.