ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê wê çalakiyên girseyî bêne lidarxistin.
- Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî helwesteke şênber nîşan bide, berxwedanê mezin bike û pêngava yekîtiya neteweyî xurt bike. KJK'ê got, ev yek wê bibe bersiva herî mezin.
- Zêdeyî 2 meh in xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bênavber tê talankirin. Şewata ku doh serê sibehê li qada Çala Guza destpê kir, belav dibe. Ji ber qedexeyê jî nikare bê vemirandin.
- Baharîn di nava 20 salan de li her qada Kurdistanê li dijî dijmin têkoşiya, ji bo azadiya welatê xwe şer kir û her kêliya jiyana xwe bi wate kir.