ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Ji fermandarên HPG'ê Ozgur Jiyanda diyar kir ku dewleta Tirk şerê xwe dispêre teknîkê û got, "Berxwedana gerîla hêviya dijmin ji holê radike."
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Tûrgût got, di dema şewbê de ku mekanîzmaya hiqûqa navneteweyî xitimiye, CPT bi helwesta xwe ya pasîf a ku li dijî nirxên xwe yên damezrandinê ye, dibe sedem ku tecrîda li Îmraliyê girantir bibe û fikar zêde bibin.
Gerîlayên MLKP-FESK'ê ragihandin ku ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin nirxê mirovahiyê diparastin û li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.
Berdevka SKM'ê Denîz Aktaş diyar kir ku sîstema hevserokatiyê siyaseta serdest a mêr têk biriye û destnîşan kir, jin wê dest ji têkoşînê bernedin.