ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.

- Bûyerên li Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

- Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî, ji Xaneqîn, Xurmatû, Taze û Daqûqê dest pê kirin û heta Kerkûkê dest bi dagirkeriyê kirin. Di sibeha 17'ê Cotmehê de Kerkûk û derdora wê bi temamî bi dest xistin. Ji bilî bajar û navçeyan, hedef bi giranî herêmên petrolê bûn. 9 ji 12 herêmên petrolê roja 20'ê Cotmehê kontrol kirin. Li gel vê yekê heta Şengal, Zumar, Rabîa, Mexmûr û Pirdeyê bi pêş ve çûn.

- Hevdîtinên li ser budçeya sala 2018'an a Tirkiyeyê kub i hevkariya AKP-MHP'ê hate amadekirin, dewam dikin. Piştî nirxandina li civata giştî ya Meclîsê budçeya şer û rantê wê bê qebûlkirin.

- Seyît Riza Erdal li Îzmîrê ji dayik bû û çû dibistanê. Dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî 18 salan li herêma Omerya ya Mêrdînê şehîd bû.

- Masiyê Gola Wanê, bi bereketa xwe ya îsal ji bo bi hezaran mirovî bû çavkaniya debarê. Ji ber ku erzan û teze ye, bala mirovan dikişîne.