ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Li gelek bajarên Kurdistan û Tiriyeyê wê Newroz bê pîrozkirin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku Newroz destpêka pêvajoya hilweşandina faşîzmê ye û got, "PKK partiyeke Newrozê ye, pêngava Rêbertî pêngaveke Newrozê ye. Rêber Apo rêberekî Newrozê ye."
- Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku coş û pîrozbahiya Newrozê ya li çiyayên Kurdistanê bersiva li Dehaq ên zalim e û gotin, "Em ê mîrate û têkoşîna hevalên xwe îsal bi agirê Newrozê mezintir bikin."
- Li Sûriyeyê jî pîrozkirina Newrozê bi salan qedexe bû. Gel dest ji Newrozê berneda û bi Tevgear Azadiyê re veguherand roja berxwedanê. Bi şoreşê re Newroz êdî bi rengekî azad tê pîrozkirin.
- Albûma 'Apo Newroz e' ya Koma Cûdî derket ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.