ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê wê çalakiyên girseyî bêne lidarxistin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li her devera cîhanê weke xiyanetê dikare bê nirxandin û got, "Li dijî helwesta PDK'ê sekneke têrker nayê nîşandan. Ev yek ji bo Kurdan lawazî ye. Kurd bi helwesta li dijî xiyanetê dikarin azad bibin."
- Milyaketa azadiyê ya Kurdistanê li Garê bi felsefeya Apoyî mezin bû, mîna kevirekî bû xwedî îradeyeke qewîn. Li qadê derkete pêş, bû sekvan. Ji wir jî derbasî Zagrosan bû û li dijî leşkerên Osmanî yên barbar dest bi têkoşînê kir.
- Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 587'an de bi koma ji Swêdê dewam dike.