ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayên li Şikefta Birîndara diyar kirin ku herî kêm cenazeyê 20 leşkeran 20 roj in li Kevirê Kun e.

-Dewleta Tirk ne bi tenê dijminê Kurd û Kurdistanê ne, çi tiştên aîdî Kurdan hebe dijminatiya wê dike. Ji ber vê hêstirên gelê herêmê jî dike hedef.

-Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku HDP navnîşana çareseriyê, hêviyê ye û HDP di heman demê de îradeya avaker e.

-Pisporê Ewlekariyê Şêrzad Semed got “Çeteyên DAÎŞ’ê ji ber zaafiyeta ewlekariyê êrîşî Kurdan dike. Li Kerkûkê dema tevgera DAÎŞ’ê zêde dibe, neçar dimînin koç bikin.”

- Di 3 îhaleyên ku şaredariyên qeyûm li Wanê pêk anîn de tenê di meha Gulanê de ji encumen û rêveberên AKP'yî re bi giştî 20 milyon TL rant hat dayîn. Belgeyên ku derketine holê bi rengekî şênber vê yekê piştrast dikin.

-Hejmara 486’an a Serxwebûnê û manşeta ‘Dibe ku werin Zapê lê ew ê bi ser nekevin. Şer di înisîyatîfa gerîlayan de ye’ derket.