ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bên şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê were şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê bên şopandin.

- Koordînasyona PAJK'ê li ser 4'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand.

- Çapemeniya Tirk ji nedîtî ve bê jî, meha Adarê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de herî kêm 99 leşkerên Tirk hatin kuştin.

- Hejmara nû ya kovara jinê ya mehane Newaya Jin derket ku bi Kurdî û Tirkî weşanê dike.

- TJK-E li ser 4'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku Ocalan 19 sal in tecrîdkirî ye.

- Ji sed hezaran sivîlên piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Efrînê koç kirin, 175 hezar li Kantona Şehba û gundên Şêrawayê li ber xwe didin. Rêveberiyên Efrîn û Şehbayê jî ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku li dijî gefên dewleta Tirk, Şehbayê weke herêma ewle ragihîne.