ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku jiyana sosyalîst demokratîk tenê bi xwespartina li civakê dikare bê avakirin û got, "Divê civak bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî hîn bi rêxistinî tevlî pêvajoyê bibe."

- Koma Awaza Çiya ku bi Destana PKK'ê karê muzîkal gihand asteke cuda, bi Destaya PKK'ê re ku fîlmekî muzîkal e, qala dîroka PKK'ê û rastiya gerîla kir.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku jin ji bo felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bike divê ji her kesî bêhtir bixebitin.

- Komek ji wekîlên Parlamenta Ewropayê nameyek ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re şand û jê xwest ku li ber êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê rabe.

- Meclîsa Jinê ya FEDA'yê û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk operasyona qirkirina siyasî ya li dijî TJA'yê şermezar kir û got," Destên xwe yên bi xwîn û qirêj ji jinan vekişînin."