ROJEVA 2'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.
- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" Kurdên ji Normandiyayê ne. Çalakgeran diyar kirin ku wê li ber biryara nehiqûqî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rabin.
- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren işaret bi Îslama siyasî neteweperest a AKP'ê kir û got, "Îslam eger tiştekî bi xwe re tîne, rê li ber dagirkerî û talanê vedike, wê çaxê ji bo serdestên Tirk watedar e. Ev rastî di kesayeta Erdogan de gelekî eşkere ye."
- Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em ji Xakurkê digihêjin Şemzînanê. Şemzînan ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em li Şemzînanê didin ser şopa gerîla.
- Pira Tîzîzê ji bo girtina Hevşaredare Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya weke hincet hate nîşandan. 50 endamên meclîsa şaredariyê yên ku jinûve çêkirina Pira Tîzîzê qebûl kirin, îfade dan.
- Şanogerê Şanoya Bajarê Amedê Yavûz Akkûzû bang li temaşevanan kir ku xwedî li şanoya bi Kurdî derkevin û got, "Ji ber ku şanoya bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê herî zêde ji 4-5 koman pêk tê."
- Yûsûf Demîrcî li gundên qedexekirî yên Çiyayê Gabarê şivan e û bi vî rengî debara xwe dike. Demîrcî got, "Em ne koçer in ne jî li cihekî bi cih bûne. Lê belê 50 sal in em nobedarê Cûdî û Gabarê ne."