ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî wê dê bên şopandin.

- Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê îro li gelek navendên Ewropayê çalakî bên lidarxistin.

- Pirtûka nû ya rojnamevan û nivîskar Roza Metîna ya bi navê "Çîrokên Jinên Wêjekar" derket. Rojnamevan û nivîskar Roza Metîna, got ku ji ber bandora erênî ya çîrokan li ser ziman, civak û wêjeyê ji bo jinan nivîsandina çîrokan pir girîng û taybet e

- Çalakiyên xizmên windayan wê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bên şopandin.

- Radyoya Dengê Gel ku bi naverokên siyasî, civakî û hunerî weşanê dike, ji 15'ê Îlonê ve wê derbasî frekansa xwe ya nû bibe.

- Ji sala 2019'an vir ve li girtîgehên li Elmanyayê bûyerên xwekuştinê du qat zêde bûne.