ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Îlona 2019'an.

- Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î dan û gotin, sibe hilbijartin bê kirin wê şaredariyên xwe ji nû ve ji destê qeyûman derxînin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala dostaniya xwe ya bi seyîdê Kakaî, pêşmerge, siyasetmedar û rewşenbîr Felakeddîn Kakaî kir ku beriya 6 salan jiyana xwe ji dest dabû.

- Qehreman Hesekê ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, piştî ku got "Me tola şehîdên Çewlikê hilanî" bombeya xwe bi xwe ve teqand.

- Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir, darbeya qeyûm dûrî hiqûqê ye û destnîşan kir ku eger li welat hiqûq nema be hingî berxwedan mafeke.