ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Berdevkê Platforma Zîlanê Şahabettîn Demîr anî ziman ku bi projeya HES'ê re tê xwestin ku li Zîlanê hem xweza bê talankirin, hem bîra civakê ji holê bê rakirin, hem jî qadê bikin baregeha leşkerî û bazirganiyê.

Li Şemzînanê ku hefteya derbasbûyî leşkerên Tirk bi bîdonên benzînê agir berdan qada daristanî, şewata beriya du rojan dest pê kir jî nêzî gundan bûye.

Artêşa ku li Bûrmayê darbe kir di nava şeş mehan de 1006 kes kuştin. Rêxistineke civakî ya sivîl ku mafên mirovan ên li Bûrmayê lêkolîn dike, ragihand ku ji 1'ê Sibatê dema darbeyê û vir ve 1006 kes hatine kuştin.