ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê
-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ya li ser xeta şehîdên Pirsûsê, faşîzma AKP-MHP’ê anîne ber hilweşînê û bang li hemû hêzên azadîxwaz kir ku li dijî faşîzmê têkoşîna yekbûyî hîn zêdetir pêşbixin.
-Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik bal kişand ser rêxistinbûneke xurt û stratejiyeke ya gelan û got: “Di pêvajoyên li pêşiya me de, em ê bi şoreşên hîn xurttir û mezin gelê xwe û şoreşa xwe biparêzin.”
KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera 12’emîn Şoreşa Rojava silav kir û ev bang kir: “Em li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkar têkoşîneke bi biryar bimeşînin û xwedî li şoreşa Rojava derbikevin.”
-Şahiyên ku wê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava bên kirin, wê bên şopandin.
-Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, wê bên şopandin.