ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva sereke ya Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê.

Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif li ser şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê axivî û got, "Şoreşa Rojava ji bo jinan bû mîladeke nû."

Rojnamevan-nivîskar Hîwa Mehmûd Osman diyar kir, dewleta Tirk bi planeke piralî êrişî Kurdan dike û got, hem Rojava hem jî Başûr di hedefê de ne.

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzat Can têkildarî salvegera 5'an a komkujiya Pirsûsê axivî û got, "Eger em dixwazin bi ser bikevin divê mîna wan 33 rêwiyan tevbigerin. Li ku dibin bila bibin divê em hesab ji faşîzmê bixwazin."

Gelê xwecihî yê Skandînavyayê Samiyan gotin, Swêd û Fînlandiya yên ku çand û zimanê wan qedexe kirine û polîtîkayên asîmîlasyonê meşandine, têrê nake ku tenê lêborînê bixwazin, divê hesabê rabirdûya xwe ya nijadperest bidin.