ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê."

Serokkomarê berê François Hollande diyar kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û got, "Bitenêhiştina Kurdan nikarim ji nedîtî ve bêm. Hişyar dikim. Fransa û koalîsyona navneteweyî neçar in ku Kurdên li Sûriyeyê biparêzin."

Wezîrê berê Ferrero anî ziman ku projeya tinekirina Sûriyeyê di meriyetê de ye û got, "Ji bo paşeroja Sûriyeyê yekane modela ku divê esas bê girtin Rojava ye. Lê dixwazin wê jî tine bikin. Rojava ji bo mirovahiyê mîrateyek e, divê em wê biparêzin."

Dewleta Tirk tişta ku nekarî bi DAÎŞ'ê li Kobanê bike, îro dixwaze bi navê SMO'yê bike. Yên ku wê rojê li Girê Miştenûrê li ber xwe dan, îro li Pira Qereqozaxê li ber xwe didin. Kobanê mîna doh îro jî ji bo berxwedanê bang dike.

Mûrad Mihçi destnîşan kir ku feraseta xweparastinê ya Rêber Apo bandoreke gelekî hêja li hebûna Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dike.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê û hiqûqnas Cemal Demîr destnîşan kir ku divê mafê hêviyê weke şantajê neyê bi kar anîn û bê naskirin.