ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê wê çalakiyên girseyî bêne lidarxistin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk konsepta qirkirina Kurdan dispêre xiyanetê û got, "Yekane rêya têkbirina vê konseptê jî rawestandina xiyanetê ye." KCK'ê bang li her kesî kir ku li welat û derveyî welat dakevin qadan û bi xurtî li ber xiyanetê rabin.

- Gerîla Mîrza Bargiran ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li gelek herêmên Kurdistanê 9 salan têkoşîneke bêeman meşand, bi wêrekiya xwe rê neda dijmin.