ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2020'AN

Li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Gerîlaya YJA Satarê Axîn Gabar a di Cenga Heftanînê de cih digire got: “Şehîdan ji bo me dan nîşandan bê ka wê çawa li ber xwe bidin. Em gerîlayên YJA Starê em ê şopdarê şehîdên xwe bin.”

-Hostayê sifirkeriyê Yaşar Bozkurt ku di 9 saliya xwe de bi heskirina dengê çakûç dest bi kar kir, 38 sal in bi vê heskirinê pîşeyê xwe dide jiyîn got: “Afirandin û hunera destan dilê min şad dike. Dengê vî çakûçî ji bo min weke klaman e.”

-Bi avakirina qada kanê ya çiyayê Cîlo-Sat a li navçeya Gever a Colemêrgê, wê wêneyên kevir ên 12 hezar salî bên tinekirin.

-Xizmên nebediyan weke her şemiyê îro jî wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.