ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tîrmeha 2020'an.

Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsiv derbarê 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava got, ''Şoreşa Rojava ronesansa Rojhilata Navîn e.''

Ji bo salvegera Şoreşa Rojava çalakiyên ku wê li Ewropayê bê kirin, wê bên şopandin.

Çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Me tesbîtkiriye ku MÎT’a Tirk jinên DAÎŞ’ê bi tevnên bazirganiya mirovan ji Kampa Holê direvînin û li pêşberî pereyan difiroşin malbatên wan.”

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li ciwanan kirin ku tevlî nav refên gerîla bibin û gotin, ''Werin em bi hev re alaya şoreşê rakin, bi hev re azad bibin.''

Çalakiyên Dayikê Şemiyê û Xizmên Windayan wek her hefte wê vê heftê jî bê şopandin.