ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Navendî ya PKK’ê diyar kir ku desthilatdariya 20 salan li ber hilweşînê ye û got: “Di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin.“

- Newroz a ku cejina rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn e, li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê ku geş dibe, tê pêşwazîkirin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim ji bo têkbirina dewleta qirker a AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku biçin qada Newrozê.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li şîddeta li ser jinê bê girtin û ji bo avakirina sîstema jiyana hevjîna demokratîk û azad têkoşîn tê kirin.

- Dewleta Tirk a ku Cejna Newrozê weke hincet nîşan da, Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Qelqeliya Wanê ye, li gelê Wanî qedexe kir lê ji Îraniyan re serbest e.