ROJEVA 17’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 17’Ê TÎRMEHÊ

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên ji bo protestokirina xespa îradeyê ya li Colemêrgê, wê bên şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku “Ew Rêbertiya xwe nakin mijara bazarê” û helwest nîşan da. Hozat destnîşan kir ku “pîvana demokratbûnê, li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn e.” Hozat bang li gelan kir ku li her derê li dijî dagirkeriyê çalakiyan lidar bixin.

- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozad Dêrik wiha got: “Em ê li hemberî ti êrîşa ku li dijî civaka me û herêma me hatî kirin, bêhelwest nemînin. Tenê divê em ji gelê xwe bawer bikin.”

- Ebîr Hessaf bi bîr xist ku Peymana Civakî ya Jinan cara yekem li Rojhilata Navîn tê nivîsandin û got ku ev peyman weke mîrateyeke ji cîhanê re bê hiştn jî, xwedî girîngiyeke mezin e.