ROJEVA 17'Ê SIBATA 2024'AN

Ji rojeva Kurdistan û Cîhanê sernavên sereke

- Meşa Mezin a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê wê bê lidarxistin, wê were şopandin.

- Di konferansa li PE'yê hatî kirin de gelek kesên navdar tiştên ku ji bo dema nû ya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî bên kirin, nîqaş kirin. Di nîqaşan de hat gotin ku 'Heta Ocalan azad dibe, em ê têkoşînê pêşdetir bibin'.

- Parlamenterê Stenbol ê EMEP'ê Îskender Bayhan diyar kir ku desthilatdarî hewl dide bi tecrîdê polîtîkaya zextê rewa bike û têkoşîna hevpar asteng bike û got ku karker û kedkar mehkûmî mêtingerî û şer tên kirin.

- Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye û go: “Gel piştgirî da Meşa Azadiyê û careke din îradeya xwe nîşan da. Gel li dijî tecrîdê daxwazên xwe qîriyan.”

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên ku xizmên windayan li Kurdistan û Tirkiyeyê wê lidar bixin, wê bên şopandin.

- Gêşbîn Nebo ku bi 3 zimanan stran distrê got, “Divê jin berê xwe bidin hunerê. Her jin xwedî qabiliyetên cuda ne. Divê ew van qabiliyetên xwe ji xwe re veneşêrin.”